Demirtaş: Divê demildest hevserok werin berdan

Di çarçoveya rêze çalekiyên şermezarkirina binçavkirina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahadîn Demirtaş li nêzîkî şaredariyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û xwest ku demildest hevserok werin berdan.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê HDP’ê Selahadîn Demirtaş di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bal kişand ser binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anli û bang kir ku, pêwîste di dadgehkirina yekem de ew werin berdan.

Demîrtaş amaje kir ku pêwîst bû ku, heta niha îfadeya hevserokan bihata sitandin û ew hêvî dike ku, ev xeletî were sererastkirin.

Di derbarê erkdarkirina qeyûman de jî Demîrtaş got ku, dewlet amadekariyan dike ku qeyûman ji bo şaredariyên Wan, Mêrdîn û Diyarbekirê jî tayîn bike.

Hevserokê HDP anî ziman ku erkdarkirina qeyûman dê şaşiyeke mezin be, lê heger qeyûm werin erkdarkirina jî, dê di hilbijartinan de bersiv were dayîn.

Ji ber daxuyaniya Demirtaş hate dîtin ku, tedbîrên ewlekariyê yên berfireh hatibûn sitandin û hemû rêyên diçin şaredariyê jî ji aliyê polîsan ve bi awayeke demkî hati bû girtin.