Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê mikurhatinên DAIŞiyan belav dike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê danpêdan û girtina çend teroristên DAIŞê belav kir. Li gor daxuyaniyê, hejmara teroristên DAIŞê yên êrîşî Kerkûkê kirine 200 çekdar bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê danpêdan û girtina çend teroristên DAIŞê belav kir. Li gor daxuyaniyê, hejmara teroristên DAIŞê yên êrîşî Kerkûkê kirine 200 çekdar bûn.

Di daxuyaniya Asayişa Herêma Kurdistanê de hat: Êrîşa çekdarên DAIŞê û şanên nivistî li ser Kerkûkê hat têkşikandin û teroristan dan bi plana xwe dan, ku nêzîkî 200 çekdar ji navçeyên cuda yên Hiwêca gihêştin navçeya Beşîr û ji wir bi pêyan gihêtin nêzîkî gundê Ebadat. Piştre bi 2 barhilgiran hatin nêzîkî Fabrîkeya Tariq li başûrê Kerkûkê.

Şanên nivistî yên DAIŞê bi 4 otombîlên din di demên cuda berbanga 21 Cotmehê bi awayê mefrezeyên çekdaran bo nava Kekûkê hatin veguhastin. Êrîşa teroristan li çend tax û baregehên îdarî, Ewlehî û siyasî dest pê kir. Di hemberê de jî welatiyan û desgehên ewlehiyê yên Kerkûkê bi tundî bersiva êrîşa teroristan dan û êrîş têkşikandin.

Dezgehên ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di heman dema rûbirûyî teroristan de, operesyona hewalgîriya meydanî dest pê kir û karî şanên nivistî yên alîkariya wê êrîşê kirine bigirtin, ku mikurhatinên wan bi vê daxuyaniyê re belav dikin. lêkolîn jî bi hejmarek ji girtiyên din re berdewam e. di rojên bê de zanyariyên zêdetir bo raya giştî belav dikin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

16/10/2016