Li navçeya Qosera Mêrdînê 3ê polîs birîndar bûn
K24-Navenda nûçeyan
Li navçeya Qosera Mêrdînê, komek çekdaran êriş li polîsan li pêş avahiya AK Partî ya navçeyê kirin. Di encamê de 3 polîs birîndar bûn.
Li gor medaya Tirkiyê Komek çekdaran bi tifing û bombeyan demjimêr 10'ê şevê, êriş li polîsên pasawanê avahiya AK Partî ya Qoserê kirin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama wê êrîşê de 3ê polîs birîndar bûn.
Piştî pevçûnek kurt, çekdar ji cihê bûyerê dûr ketin. Hêzên ewlekariya Tirkiyê li navçeyê dest bi operasyonê kirin.