Li Îdirê kêmendamek bi mûzîkê derba jiyana xwe dike

Fuat Ozsular heftiyê, carekê derdikeve dawetan û staranan dibeje.

K24-Îdirê

Li Îdirê Fuat Ozsularê ku ji her dû lingên xwe seqete û bavê 3ê zarokane bi xebatên xwe, ji bo kêmendamên din yên bajêr dixwazê bibe wek nimûneyekê.

Fuat Ozsularê ku li taxa Konakli ya Îdirê dijî, hîn dema ku 2 salî bûye felç dibe. Ji aliyê malbata Ozsular ve ji bo dermankirinê serîledana gelek bijîşkên li Tirkiyê tê kirin. Lê belê ji wan serîlêdanan tu encam nayê bi dest xistin. Fûat Ozsular digel ku seqet jî maye ev yek ji xwe re nekiriye astengiyek û jiyana xwe berdewam kiriye. Ozsular di ciwaniya xwe de bi mûzikê ve lebikiye û ji xwe re komek avakiriye. Niha jî Ozsularê ku li Îdirê tê naskirin û ji aliyê welatiyan ve tê hezkirin bi koma ku avakiriye re dawiya hefteyan diçe dawetan û stranan dibêjê.

Fuat Ozsular wiha got:"Hevalên me yên kêmendan bila ji kesî alîkariyê nexwazin. Bila îdareya xwe ew bi xwe bi serê xwe, bi fikrên xwe, bi ramenên xwe, bi qabiliyetên xwe bikin. Belê bi rastî halê kêmendaman zor e. Lê belê heger fikrên xwe, mejiyên xwe bidin xebitandin ez bawerim dê zêdetir pêşve biçin. Dibe ku karê fizîkî nikaribin bikin, bes ji aliyê mêjî ve dê pir pêşvê biçin."

Fuat Ozsular her hefte, carekê derdikeve dawetekê û staranan dibeje. Ozsular her serê dawetekê jî di navbera 1500 an jî 2 hezar lîreyên Tirkiyê de pareyan distîne û debara mala xwe jî bi vî awayî dike.

"Fuat mirovekî baş e, mirovekî pak e, zane ye û soza wî yeke. Bi grubê re diçe dawetan û staranan dibêjê. Şexsiyeteke baş e milet jê hez dike."

Herwiha Fuat Ozsular dibêjê; kesên kêmendam ne mecbûrin ku parsekiyê bikin, kesên kêmendam xwe ferî tiştên rehet kirine, lê belê hemû mirovên kêmendam dema ku bixwazin dikarin karekî li gorî dilê xwe bikin. Welatî dibejin; hemû kesên kêmendan li benda alikariya dewletê ne, lê belê Ozsular alîkariyê qebûl nake û ew bi xwe bi xwe, karê xwe dike û têkoşîna xwe ya jiyanê didomîne.