Kamûran Yuksek: Girtina Hevserokan nehiqûqî ye

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek di derbarê girtina Gultan Kişanak, Firat Anli û Ayla Akad Ata de civîna çapemeniyê li dar xist. Yuksek di derbarê bêdengiya Partiya Komarî ya Gel CHP’ê de jî rêxenyên tund li CHP’ê kir.

K24 – Diyarbekir 

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek li avahiya giştî ya partiya xwe de civîneke çapemeniyê de amaje kir ku, pêvajoya binçavkirin, darizandin û girtina Gultan Kişanak, Firat Anli û Ayla Akad Ata bi awayeke bêhiqûqî meşiya ye.

Kamûran Yuksek di derbarê helwesta CHP’ê ya li ser binçavkirin û girtinan de anî ziman ku, helwesta CHP’ê şaş e û pêwîst e li hember zext û zorên li ser şaredarî û siyasetmedaran de bêdeng nemînin.

Yuksek di derbarê vekişîna HDP’ê ya ji parlementoyê de jî da zanîn ku ew naxwazin HDP ji parlementoyê xwe vekêşe ji berk u ew qad destkeftineke girîng e û pêwîste vala neye hîştin.