Kiliçdaroglu: Em bi darbeyeke sivîl re rûbirû ne

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li dijî operasyona rojnameya Cumhuriyetê nerazîbûnek tund nîşan da û got, ew bi darbeyeke sivîl re rûbirû ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li dijî operasyona rojnameya Cumhuriyetê nerazîbûnek tund nîşan da û got, ew bi darbeyeke sivîl re rûbirû ne.

Serokê CHPê Kemal Kilçdaroglu ragihand ku, dema derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê de hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl nerazîbûnek hevpar nîşan dabûn. Di şûna ku ev hevahengî were berfirehtir kirin ew bi derbeyeke din re rûbirû mane.

Kiliçdaroglu da zanîn ku, hewla derbeya 15ê Tirmehê wekî derfetek tê bikaranîn û ji aliyên rewşenbîrî yên civakê û çapemenî tê xwestin ku, werin bêdengkirin.

Kiliçdaroglu got, Cumhuriyet yek ji wan rojnameya herî girîng a Tirkiyê ye, divê xwedî li were derketin û demokrasî û azadî werin parastin.