Li Mêrdîn30 endam û rêveberên DBPê hatin girtin

Di nav wan de hevserokê şaxa Mêrdînê ya HDPê hebû.

K24-Navenda nûçeyan

Li Mêrdîn, bi biryara Serdozgeriya Komarê, li Mêrdînê 30 endam û rêveberên Partiya Demokratîka Herêmî (DBP), tevî hevserokê şaxa Mêrdînê, hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de, li navenda Mêrdînê û navçeyên Dêrik, Nisêbîn û Qoserê, îro berdestê sibê hember rêveberên DBP'ê operasyon hat kirin.

Di gelek malan de lêgerîn hat kirin. Hevserokê Şaxa Mêrdînê yê DBP'ê Ehmed Eken û hevserokên navçeyên Dêrik, Nisêbîn û Qoserê jî di nav de 30 kes hatin binçavkirin.

Li aliyê din, li navçeya Qoserê, bi teqîna duh ve, 9 kes hatin binçavkirin ku di teqînê de 3 serbaz hatibûn kuştin, serbazek jî birîndar bibû.