Li cîhê Kişanak qeyyum destnîşan dibe

Gultan Kişanak Hevşaredar a bajarê mezin ê Diyarbekrê ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor medyaya Tirkiyeyê, amadeyî tê kirin ku, li cîhê Hevşaredar a bajarê mezin Diyarbekrê Gultan Kişanak, qeyyum bê destnîşankirin.

Ev yek dê li gor Biryarnameyên li cîhê qanunê pêk were. Di vê çarçoveyê de tê çaverêkirin, ku cîgirek walî yan qeymeqamek wekî qeyyum bê danîn.

Gultan Kişanak, Hevşaredar a bajarê mezin a Diyarbekrê di 29ê meha Cotmehê de, bi egera andametî di rêxistina terorê de hatibû destexerkirin. Piştî 5 rojan bi heman egerê ji alî dadgehê ve biryara girtina wê hatibû dan.