Pentagon:Çend heftiyên din Operasyona Reqayê destpê dike

Berî niha Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê daxwaz kirbû ku, Operasyona Reqayê piştî bi dawîbûna ya Mûsilê Mertala Feratê were.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehand ku, di heyama çend heftiyên bê de Operasyona rizgarkirina Reqayê destpê dike.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) Peter Cook di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku, rêxistina DAIŞê rastî gelek şikestinan bûye li Mûsilê û hêza berevaniyê nemaye, ew yeke jî nîşaneke erênî.

Kook da zanîn ku, di heyama çend heftiyên bê de dê operasyona rizgarkirina Rewayê hevdem ligel ya Mûsilê destpê bike.

Berî niha Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê daxwaz kirbû ku, Operasyona Reqayê piştî bi dawîbûna ya Mûsilê Mertala Feratê were.

Di 17ê meha borî de operasyona rizgarkirina Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê destpê kir.