Şaredariyên Siwêd daxwaza azadkirina kişanak û anli kirin

Li welatê Siwêdê 30 şaredarên ji Partiya Sosyal a Demokrat di nameyekê de daxwaz kirin ku, Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli bên azad kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li welatê Siwêdê 30 şaredarên ji Partiya Sosyal a Demokrat di nameyekê de daxwaz kirin ku, Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli bên azad kirin.

Di nameya şaredaran de wiha hatiye gotin, di mehên dawiyê de bi hezaran rojnameger, siyasetvanên hilbijartî, parêzer û parazvanên mafên mirovan hatine girtin. Li gel vê yekê gelek ajansên nûçeyan, kanalên televizyonan û rojnameger ji hêla hikûmetê ve hatine girtin. Rewş hatiye wê astê ku parêzerên kesên hatine girtin jî hatine girtin.

Şaredarên Siwêdî di nameya xwe de wiha dibêjin, divê hikûmeta Tirkiyê rêzê li prensîbên dewleta hiqûqê, serbixwebûna şaredariyan, sazî û mafên mirovan nîşan bide.

Herwiha di nameya şaredarên Siwêdê hat jî, divê hikûmeta Siwêdê, Yekîtiya Ewropayê û civaka navdewletî, pêkanîna standartên azadiya çapemeniyê û ramanê ji Tirkiyê re ferz bike û hevalên me yên şaredar bên azad kirin.