HDPê li hember danîna qeyûman nerazîbûn nîşan da
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniyekê de nerzîbûna xwe li hember danîna qeyûm bo Hevseroka Şaredariya mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak nîşan da.
Di daxuyaniya HDPê xwe de ev gav bi karekî urfî, neasayî û dijî demokrasiyê binav kir û diyar kir jî, ku Tirkiyê rûbirûyî rewşa neasayî bike.
Di daxuyaniyê de hat jî, îradeya siyasî ya xelkê Diyarbekirê hatiye piştguhkirin, ku bi hezaran kes Gulten Kişanak û Firat Anli hilbijartine û hikûmeta AKPê jî ew xistine zîndanê û li cihê wan qeyûm danîne.
Herwiha HDPê amaje kir, danana qeyûman û sepandina çendîn madeyên nû di destûrê de, li dijî rêkeftinên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de ye. Di heman demê de li dijî mafê bingehîn ya mirovan e jî.
HDPê di dawiyê de dibêje, li hember gava Hikûmeta Tirkiyê îradeya xelk û demokrasiyê binpê dike, ku ti hesabê ji demokrasîxwaz û dadxwaz re nake.
Gultan Kişanak, Hevşaredara bajarê mezin a Diyarbekrê di 29ê meha Cotmehê de, bi egera andametî di rêxistina terorê de hatibû destexerkirin. Piştî 5 rojan bi heman egerê ji alî dadgehê ve biryara girtina wê hatibû dan.
Îro jî li şûna Gultan Kişanak Cumali Atilla wek qeyûm hate danîn.