Esed:Heta sala 2021an ezê li ser desthilatê bimîn im

Heta demê wîlayeta wî bi dawî bibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, ew pêşbînî dike, heta  dawiya sala 2021an di desthelatê de weke Srokê wî welatî bimîne.

Derbarê vê yekê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîna xwe de ligel  rojnameya New York Times re got: "Ez bawerim ku, ezê wek Serokê welatê xwe bimînin heta wilayeta serokatiya serokatiya min bi dawî bibe sala 2021an."

Di hevpeyvîna xwe de jî Esed tekez kir ku, ti guhertina siyasî di welatê wî de çênabe hetanî ku, şerê li dijî terorê bi dawî were û ew bi serbikevin.

Esed da zanîn ku, wîlayeta wî ya sêyemîn 7 sal in ku, ew heta sala 2021an bi dawî dibe.