Çawîşoglu:Pêwendiyên dîplomatîk ligel Iraqê berdewam in

Tirkiye, girîngeyek mezin didin serweriya xaka Iraqê.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu ragehand ku, kampa Başîka tengezariyek bêwate dirust kir lê ji bo çareserkirina vê karên me yên dîplomatîk berdewam dikin.

Derbarê vê yekê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu li Doha paytexta Qetarê çû serdana dibistana Tirkî û serbazên tirkiyê ku, li baregehê dimînin û li wê derê bersiva pirsên rojnamegeran da û da.

Da zanîn ku, pêwendiyên Tirkiye û Qetarê di warê serbazî û bazirganî de gihîştine asteke baş û derbarê herêmê de jî nêrînên wan nêzîkî hev in.           

Derbarê daxuyaniya wezîrê derve yê îranê ku, gotibû, ew dixwaze navbeynkariya Tirkiye û Iraqê bike jî got ku, ew dixwazin bu, kampa serbazî ya Başîkê hemû alî rolek erênî bilîzin.

Aşkere kir ku Tirkiye, girîngeyek mezin didin serweriya xaka Iraqê. Armanca Kampa Başîkê perwerdekirina hêzên herêmî li dijî DAIŞ bû, tengezariyên bêwate derketin, niha gavên erênî tên avêtin.