HSD her roleke Tirkiyê di şerê Reqayê de red dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, wan di şerên xwe de pabendî hemû perensîp û yasayên bingehîn ên mafên mirovan li gor belge û qanûna navdewletî û bûne. HSD ragihand jî, ew hêza sereke ne di operesyona Reqayê de.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, wan di şerên xwe de pabendî hemû perensîp û yasayên bingehîn ên mafên mirovan li gor belge û qanûna navdewletî û bûne. HSD ragihand jî, ew hêza sereke ne di operesyona Reqayê de.

HSDê li Hesekê konferanseke rojnamegerî lidar xist, ku Berdevkê Fermî yê HSDê Emîd Telal Silo û Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Siryanî Kîno Gabrîyêl û hejmarek ji serkideyên HSDê tê de beşdar bûn.

HSDê di konferansê de ragihand, ji roja yekem a damezrandina HSDê ve, wan di hemû şer û operesyonên xwe yên li dijî DAIŞê de û li hemû deverên rizgar kirine, hemû pêkhateyên netewî û olî parastine û pabendî qanûn û yasayên şer û mafên mirovan bûne û hemû mal û sermiyanên welatiyan parastine.

HSDê ragihand jî, derbarê pirsa danûstandin bi girtî û dîlan re, di bin çavdêriya rêxistinên navdewletî kar dikin û pabendbûna xwe bi yasayên navdewletî dupat dikin. tevî ku dijminên wan gelekî karên hovane dikin, lê baweriya wan bi dad û dabînkirina ewlehiyê heye, ji ber ku armanca wan ew e ku, hemû gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ji terorê rizgar bikin.

Derbarê pirskê li ser deverên ku Erebnişîn in, HSDê diyar kir, ji ew hêzeke leşkerî ne û ji destpêka damezrandinê rêkeftinek bi YPG û YPJê re îmze kirine, ku pabendî hemû yasayên navdewletî û peyman Cenêvê dibin û alîkariyên mirovî pêşkêş dikin.

Derbarê operesyona Reqayê de, HSDê aşkere kir, ku berê rêkeftinek di navbera HSD û Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka de heye, niha me ew tekezî li wê rêkeftinê dikin.

Silo li ser rola Tirkiyê di operesyona Reqayê de got: “Tirkiyê çendîn car e daxwaza beşdariyê di operesyona Reqayê de dike. Lê me ji Amerîka re gotiye ku her roleke Tirkiyê di operesyona Reqayê de red dikin.”

Herwiha Telal silo diyar kir, amadekariyên destpêkirina operesyona Reqa niha berdewam in û HSDê jî di wê operesyonê de beşdar dibe. Bi serokatiya HSDê ew operesyon bi rê ve diçe. Heta niha dema destpêkirina operesyonê nehatiye diyarkirin, lê amadekarî berdewam in. Di daxuyaniyeke fermî dema destpêkirina operesyona Reqayê jî aşkere dikin.

Telal Silo amaje kir got: “DAIŞ bi berdewamî xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tîne. HSDê jî berî destpêkirina her operesyonekê xelkê sivîl agahdar dike ku ji wan deveran derkevin. Her deverek ku me rizgar kiriye, me pêwîstî daye parastina xelkê sivîl.”