Encûmenke Sivîl ji bo Reqayê tê damezrandin

Di gel nêzîk bûna demjmêra “Sifir” ji bo destpêkirina qonaxa yekem ji pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê. Di warê siyasî de li gor şopandina K24ê li bajarê Kobanê kar ji bo avakirina Encûmenke Sivîl ji bo Reqayê tê damezrandin. Serkirdeyên partiya PYDê tekez dikin ku, piştî kontrolkirina Reqayê xelkên bajêr bi xwe dê biryarê li ser awayê birêvebirina bajêr bidin û avakirina rêveberiyek xweser li deverê yek ji bijardeyên sereke ye li pêş welatiyan.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Rizgarkirina Reqayê û hebûna wê di paşerojê de ev girêdayî vîna gelên bajêr e. Em ê pabendiyê pê bikin, xelkên Reqayê karin tevlî herêmên din bibin û karin sîstemeke federal ji bo xwe ava bikin, li gor bingehên giştî yên dîmokrasiyê."

Di operasiyona rizgarkirina Reqayê de bajarê ku ji sala 2014an ve di bin kontrol rêxistina DAIŞê de ye. Dê hin girûpên navxweyî yên şehreza digel YPGê dê bi karê birêvebirina êrîşên bejayî rabin. Ti hêzên biyanî beşdariyê de pêngava navhatî de nakin, ev yek jî Li gor daxuyaniyên berpirsên Amrîkayê .

Ji aliyê xwe ve Şopîner amaje dikin ku, ne pêşbîn e êrîşên bi ser hundirê Reqayê de di vê demê de dest pê bikin, ji ber ku pêdeviya vê operesyonê bi demeke dûrdirêj heye.
Şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên jî got: "Piştî rizgarkirina Reqayê dê hêzên Sûriya demokratîk jê bikişin û xelkên deverê dê bajarê xwe bi rê ve bibin, di riya encûmenên xwecehî re yên ku di paş proseyê rizgarkirinê de dê bêne avakirin." 

Di dema bûrî de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hin mercên pêşwext ji beşdariya YPGê re di operesyona Reqayê de danîbûn û daxwaza wan ew bûn ku, Amerîka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pircek bike. Herwihamûkirhatinê bi sîstema fedralîzamê li herêma Rojava û Bakurê Sûriyê bike ûnûnerên Rêvebiriya Xweser ên siyasî û leşkerî beşdariyê di gerên bê yên ji kongira Cenêvê de bikin.

Lê dîsa jî pirs dimîne, gelo dê Amerîka mercên Rêveberiya Xweser pêş şerê Reqayê bêk bîne yan na?