HPG: Di sê mehên borî de 214 gerîla şehîd bûne

Herwiha hezar û 736 leşkerên Tirkiyê, di nav wan de 21 kesên berpirsin, hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Baskê leşkerî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de bîlançoya şerê sê mehan yê ligel artêşa Tirkiyê belav kir.

HPGê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di meha tebax, îlon û cotmehê de hezar û 736 leşkerên Tirkiyê yên di nav wan de 21 kesên berpirsin, hatine kuştin.

HPGê anî ziman ku, di encama êrişên wan de 120 zirepûşên artêşa Tirkiyê jî hatine jinavbirin.

HPGê diyar kir ku artêşa Tirkiyê di hersê mehan de 132 operasyonên bejayî û 83 operasyonên bi balafiran li dijî wan encamdane.

Derbarê windahiyên gerîlayan de HPGê got ku, di şer û pevçûnan de 214 gerîlayên me şehîd bûne û 6 jî dîl hatine girtin.