Şerê kolan bi kolan li Hemam Elîl dest pê kir

Hêzên Iraqî, ala Iraqê li ser avahiya Rêberiya navçeya Hemam Elîl bilind dikin, piştî ji 3 aliyan ve êrîşî wê navçeyê kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Iraqî, ala Iraqê li ser avahiya Rêberiya navçeya Hemam Elîl bilind dikin, piştî ji 3 aliyan ve êrîşî wê navçeyê kirin.

Ferîq Ebdulemîr Yarela ji Şaneya Ragihandina Cengî ya Fermandariya Operesyona Mûsilê ragihand, Hêzên Polîsa Federal, Ferqeya Zirxpoş û Firqeya 15 ya artêşa Iraqê îro ji aliyan ve êrîşî ser navenda Navçeya Hemam Elîl ya başûrê Mûsilê kirin û derbasî nava bajêr bûn.

Şaneya Ragihandina Cengî ragihand jî, ku ala Iraqê li ser avahiya Rêberiya navçeya Hemam Elîl hate bilindkirin.

Hêzên Iraqî di pêngava yekem ya kontrolkirina navçeya Hemam Elîl de, gundê Sewda û kolîja Keştûkalê navçeyên derdorê ji çekdarên DAIŞê kontrol kir û çekdarên DAIŞê jî di nava Hemam Elîl de dorpêç kirin.

Şaneya Ragihandina Cengî amaje bi huştina çendîn çekdarê DAIŞê û jinavbirina otombîl û keresteyên leşkerî yên DAIŞ jî kir.