Xelo: Girtina Hevserokan jenosideke siyasî ye

Encûmena Zazgonsaz li Cizîrê li bajarê Amûdê derbarê girtina Hevserokên Partiya Demokratîk a gelan (HDP) û hin parlementerên din ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Zazgonsaz li Cizîrê li bajarê Amûdê derbarê girtina Hevserokên Partiya Demokratîk a gelan (HDP) û hin parlementerên din ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

Hevserokê Encûmena Zazgonsaz li Cezîrê Hekem Xelo K24ê re ragihand ku, HDPê nûnertiya tevahiya gelê Tirkiyê dike. Kiryarên dewleta Tirkiyê, kiryarine faşist in û dûrî pîvanên demorasiyê ne. Ev jenosideke siyasî ye li dijî vîna gelan e û bi teybet li dijî vîna gelê Kurd e.

Xelo got jî: “Hikûmeta Tirkiyê bi van kiryaran dê rewşa tevahiya Tirkiyê û welatên herêmê tev aloz bike.”

Duh, her du Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Gîgen Yuksekdag ligel 9 perlementerên din ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin girtin.