Erdogan: Grûpên opozîsyonê nêzîkî Babê bûne

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, çekdarên opozîsyonê yê Tirkiyê piştevaniya wan dikin, gihêştin nêzîkî bajarê Babê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, çekdarên opozîsyonê yê Tirkiyê piştevaniya wan dikin, gihêştin nêzîkî bajarê Babê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro ragihand, ku çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike, di şerê DAIŞê de di pêşveçûnê de ne û 12 k.m nêzîkî Babê bûne.

Arteşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê (Piraniya wan Tirkmen û Ereb in) di 24ê Tebaxê de ket Suriyê bajarê Cerablûsê û operasyonek leşkerî bi navê operesyona Mertala Feratê da destpêkirin.

Artêşa Tirkiyê pêr kuştina leşkerekî xwe û birîndarbûna 3 leşkerên xwe yên din li Sûriyê ragihand.

Bajarê Babê 38 k.m dike bakurê rojhilatê Helebê, di Cotmeha 2014an de çekdarên DAIŞê piştî şerekî opozêsyona Sûriyê re kete Babê.