Mesrûr Barzanî: Qonaxa bê ya şerê Mûsilê ji artêşa Iraqê re dijwar e

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, derbarê şerê Mûsilê de tê pêşbînîkirin ku di qonaxa bê de artêşa Iraqê rastî berxwedaneke tund ji aliyê DAIŞê ve were.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, tê pêşbînîkirin ku di qonaxa bê ya operesyona Mûsilê de artêşa Iraqê rastî berxwedaneke tund ji aliyê DAIŞê ve were.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê ligel ajansa “Rueteres” ragihand, tê pêşbînîkirin ku di qonaxa bê de artêşa Iraqê rastî berxwedaneke tund ji aliyê DAIŞê ve were. Ji ber ku DAIŞ dikare taxan bi temamî biteqîne.

Barzamî diyar kir ku, heta ku DAIŞ ji Mûsilê hate derxistin, ev yek tenê ne bes e ku DAIŞ bê jinavbirin. Dê îdolojiya wê ya tundrew berdewam be.

Barzanî got: “Şerê li dijî DAIŞê dê dirêj be, ne tenê di warê leşkerî de, lê di warên aborî û îdolojîk de jî.”

Barzanî amaje kir, di operesyona rizgarkirina Mûsilê de ya ku ji berî 3 hefteyan de dest pê kiriye, DAIŞ firokeyên bê firokvan yên bi teqemeniyê barkirî belav kirine. Herwiha gaza klor û Xerdel jî bi topxaneyên dûravêj davêje.