KCD: Em ê ji her demî bêhtir bixebitin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di derbarê girtina parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku, her çiqas pêşî li xebatên wan were girtin jî, ew ê ji bo xurtkirina demokrasiyê tekoşîna xwe bidomînin.

K24 – Diyarbekir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ber avahiya xwe ya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke çapemeniyê helwest û nêrîna xwe ya li ser girtina parlementerên HDPê diyar kir.

Daxuyaniya KCDê ji aliyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Kamûran Yuksek va hate dayîn. Yuksek, amaje kir ku niha tola hilbijartinên 7ê Hezîranê ji wan tê girtin, ji ber ku serkeftina hêzên demokratîk rê li ber pergala serokatiyê girtî bû.

Kamûran Yuksek da zanîn ku, ew ê ji bo hevalên xwe yên zindankirî ji her demî bêhtir bixebitin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi biryara HDPê ya rawestandina karên parlementoyê jî wek biryareke rast dibînin û piştgiriya wê biryarê dikin.