Tirkiyê hêzek din dişîne sînorê Herêma Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê hêza xwe ya leşkerî li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê zêde dike û karwaneke din ya leşkerî dişîne navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê hêza xwe ya leşkerî li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê zêde dike û karwaneke din ya leşkerî dişîne navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê.

Ajansa “AA” ya Tirkî belav kir, karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê ku ji 30 barhilgiran pêk tê, ji Enqerê gihêşt bajarê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê û ji wir ve bervê xwe ber bi sînorê Herêma Kurdistanê kir.

Hat zanîn ku, ew hêz ser bi Fermandariya 28em a Hêzên Piyade ya Artêşa Tirkiyê ye û ji 30 barhilgir pêk hatiye û di bin çavdêriyeke ewlehî ya tund de ji Enqerê bi rê ketiye, gihêtiye Mêrdînê berê xwe daye Qoserê û bervê wê navçeya Cizîrê ye.

Roja 1 Mijdarê jî artêşa Tirkiyê hêzek şandibû navçeya Silopiyê ya nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê, bi vê pêngavê jî hêza li wê deverê zêde kir.