Partiyên Kurdistanî girtina Hevserok û Perlementeran şermezardikin

Li gorî nirxandinên partiyên Kurdistanî, divê Parlementerên HDP'ê kar û barên xwe yên parlementoyê ranewestînin û hesabê van kirariyan, di Meclisê de bipirsin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Partiyên Kurdistanî yên li Bakûrê Kurdistanê, li ser rewşa binçavkirina parlementer û girtina hevserokên HDP'ê, nerazîbûnên xwe anîn ziman û amaje kirin ku bûyerên di rojên dawîn de li ser gelê Kurd û hilbijartiyên wan pêk tên, îmaja Tirkiyeyê li hember raya giştî ya cîhanê xirab kiriye.

Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-T û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê, rewşa dawîn a bakûr nirxandin. Li gorî nêrîna herdu partiyan, di dîplomasiya partiyeke siyasî de kêmasî hebin jî, ev nayê wê wateyê ku bi awayekî dijyasayî vîna gel were desteserkirin. Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş diyar dike ku hilbijêr van kirinan wekî binpêkirina rûmeta gelê Kurd dinirxînin.

Serokê Giştî Yê PDK-Tirkiye Mehmet Emîn Karaş wiha got:"Di vir de ya ne rast ev e ku van mirovan bê îfadekirin û bê dadgehkirin dixin bin çavan û pê re jî wan dixin girtîgehan. Hilbêjêrên Partiya HDP'ê van kirinan ji bo xwe wekî şikestina rûmetê dibînin. "

Ji ber girtina Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, gelek sazî û rêxistinan nerazîbûnên xwe anîn ziman û girtina hevserokan şermezar kir.

Herî dawî rayedarên HDP'ê, bi daxuyaniyekê ji bo raya giştî ragihand ku dê kar û barên rêvebirinê bidin rawestandin û dê car din li hilbijêrên xwe vegerin. Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel jî nêzîkahiyên li ser HDP'ê şermezar kirin û van nêzîkahiyan wekî tunehesibandina vîna gel bi nav kirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram BOZYELwiha axifî:"Bê şik girtina Selahadîn Demîrtaş û hevalên wî ji bo siyaseta legal xetereyeke mezin e. Her wiha ev yek ji bo rûmeta Tirkiyeyê jî ne baş e. Ji berk u HDP partiyeke ji rêzê nîn e û 6 milyon deng girtiye. Û piranbiy dengên xwe jî ji Kurdan dîtiye."

Li ser girtina Hevserokên HDP'ê Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag,nerazîbûn û şermezarkirinên partî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê dewam dikin. Li gorî nirxandinên partiyên Kurdistanî, divê Parlementerên HDP'ê

kar û barên xwe yên parlementoyê ranewestînin û hesabê van kirariyan, di Meclisê de bipirsin.