Berhem Salih: Tundûtûjî pirsgirêkan çareser nake
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Duyem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih di çarçoveya civînekê ligel Nûnerên HDPê li Herêma Kurdistanê de, piştevaniya xwe bo HDPê derbirî û derbarê binçavkirin û girtina parlementerên wê partiyê de nerazîbûn nîşan da.
Di konferanseke rojnamegerî de Berhem Salih ragihand, tundûtûjî çareseriya pirsgirêkn nake û pêwîst e hemû dan bi wan rastiyê bidin, ku çareseriya pirsgirêka Kurd bandora xwe li ser lawazbûna terorê dike.
Herwiha Salih got: “Li Herêma Kurdistanê bi bê cudahî hemûyan li dijî biryara desteserkirina parlementerên HDPê dengê nerazîbûnê bilind kir.”