Li Stenbolê 157 kes hatin binçavkirin

Li Tirkiyê bajarê Stenbolê 157 kes di şermezarkirinên girtina parlamenterên HDP'ê de hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Stenbolê 157 kes di şermezarkirinên girtina parlamenterên HDP'ê de hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekarî Tirkiyê, hemberê kesên ku beşdarî xwepêşandanên şermezarkirina girtina Hevserok û 8 parlamenterên HDP bûne, operasyon pêk anîn.

Di operasyona 17 navçeyên Stenbolê de 157 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin, bi beşdarkirina xwepêşandan, qutkirina rê û şewitandina otombêlan tên tometbarkirin.

Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 10 parlamenterên HDP, bi  tometa endamtiya PKK'ê, hefteya bihurî hatin girtin.