Yildirim:Serkeftina Trump derfeteke bo pêşxistina pêwendiyan

Yeldirim hêvîdike ku, Trump Fethuleh Gulen radestî wan bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim derbarê hilbijartina Donald Trump weke serokê nû yê Amerîkayê ragehand ku, serkeftina Trump derfeteke bo lipêşxistina pêwendiyên wan û wî welatî.

Piştî serokê nû yê amerîkayê hate hilbijarin hewlwest û karvedanên cuda hatin ragehandin, herwiha gelek serok û berpirsên cîhanê pîrozbahiyên xwe arasteyî trump kirin û daxuyanî belav kir.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim di gotarekê de ragehand ku, serkeftina Donalid Trump di hilbijartinên Serokatiuya Amerîkayê de derfeteke başe bo li pêşxistina pêwendiyên her du welatan.

Yeldirin da diyar kir ku, ew bihêvîne Amerîka Fethuleh Gulen radestî Tirkiyê bê kirin.