Operasyona Mertala Feradê berdewam e

Di pevçunên duh, de 8 çekdarên Artêşa Azad ku bi piştevaniya Tirkiyê tevdigerin hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona Artêşa Tirkiyê ya nav axa Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Mertala Feradê gihîşt roja 80'ê.

Artêşa Tirkiyê ragehandin ku, operasyona kontrolkirina 9 gundên navçeya Raî berdewam dike û ji ber şerên dijwar pêşveçûnek nebûye. Di pevçunên îro de 8 çekdarên Artêşa Azad ku bi piştevaniya Tirkiyê tevdigerin hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Hat ragehandin, 52 bargehên DAIŞ'ê, 13 baregehên YPG'ê hatine topbarankirin û ji destpêka operasyonê ve 187 gund û navçe bi giştî 1510 kîlometre çargoşe xak hatiye kontrolkirin.

Li aliyê din hate îdîakirin, di roja 61'emin ya operasyonê de, sîstema mûşekên Sûriyê li ser balefiran kîlît bûne û ev 20 roj in balefirên Tirkiyê li asîmanên Sûriyê nagerin.