Li Diyarbekirê bi dehan komele hatin girtin

KJA, Komeleya Rojava, Komeleya Dîcle-Firatê, Komeleya Nivîskarên Kurd hin ji komeleyên ku deriyên wan hatine mohrkirin in. Parlementerên HDP'ê, rêvebir û endamên saziyan bertek nîşanî girtina komeleyan da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê ragihand ku her çiqas deriyên sazî û komeleyan werin mohrkirin jî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

KJA, Komeleya Rojava, Komeleya Dîcle-Firatê, Komeleya Nivîskarên Kurd hin ji komeleyên ku deriyên wan hatine mohrkirin in. Parlementerên HDP'ê, rêvebir û endamên saziyan bertek nîşanî girtina komeleyan da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê ragihand ku her çiqas deriyên sazî û komeleyan werin mohrkirin jî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Guven got: "Bi salan e ku têkoşîna jinên Kurd berdewam dike. Me ti caran tenê di bin sîwana komeleyekê de xebata xwe nemeşandiye. Jixwe em nikarin tenê di bin sîwana komeleyekê de bixebitin. Xebata me xebateke giştî ye, girîng û mezin e."

KJA, di sibata 2015'an hatibû damezirandin. KJA, yek ji hevgirtiyên HDP'ê ye. Berdevka demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata, di çalakiyên protestokirina binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Gultan Kişanak û Firat Anli de ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û dûre bi îdîaya "rêvebera rêxistinê ye" hatibû zindanîkirin.

Endama Meclisa KJA'yê Ayşe Gökkayayê li ber deriyê KJA'yê nerazîbûna xwe wiha anî zimên: "Ti kes nikare vê têkoşînê rawestîne, ji ber ku em ji tarîxeke berdêlên giran tên, em bangî hemû jinên Tirkiye û Kurdistanê dikin; berxwedan jiyan e, jin, jiyan azadî  ye."

Deriyê Komeleya Rojava jî hat mohrkirin. Komeleya Rojava ji bo ku alikariya penaberên Rojavayê Kurdistanê bike, di Cotmeha 2014'an de li Diyarbekirê hatibû avakirin û li gelek bajaran jî şaxên wê hatibûn vekirin. Di heyama şerê nav bajaran de jî heman komeleyê alikariya malbatên mexdûr dikir.

Hevserokê komeleyê Mustafa Ocakli ragihand ku ew ê xebatên xwe ranewestînin û li avahiyeke din dê xebatên xwe bimeşînin got: "Ev mohra ku îro li deriyê komeleya Rojava dane, ne tenê deriyek hatiye girtin; ev mohr li hêviya sedhezaran kes dane."

Bi ragihandina rewşa awarte re li Bakur, bi dehan hevşaredar û endamên DBP'ê û HDP'ê hatin girtin, ji bo 34 şaredariyên DBP'ê qeyûm hatin tayînkirin, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, û 9 parlementerên HDP'ê hatin girtin, ji dehan zêdetir televizyon û radyo hatin girtin. Niha jî biryara girtina bi sedan komeleyan hat dayîn. Li gorî biryara fermî komeleyên ku biryara girtina wan hatine dayîn, nêzî PKK'ê, FETO û DAÎŞ'ê ne.