Tevgera Goranê biryar neda

Îro Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê civînek lidar xist û derbarê vekişîn, yan mana di kabîneya heştemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ti biryar neda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê civînek lidar xist û derbarê vekişîn, yan mana di kabîneya heştemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ti biryar neda.

Tevgera Goranê îro daxuyaniyek belav kir û derbarê pirsa vekişîna ji kabîneya heşyemîn ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ku zêdetirî salekê ye wezîrên Goranê li nivîsgehên xwe kar nakin, wê civatê ew pirs yekalî nekir. Li gor daxuyaniyê, ew pirs dê ligel rêxistinên din yên tevgera Goranê were gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat, Civata Niştimanî bi hûrî pirsa vekişandina ji hikmetê gotûbêj kir û biryar wê yekê da, ku bi awayekî berferehtir bi rêxistinên din yên Tevgera Goranê û xemxwarên din yên re gel gotûbêj bikin, da ku di demeke guncaw de û di berjewendiya gelê Kurdistanê de biryarê bide.