Şirnexî: Em ê çi bikin ji bajarê bê xanî

Hate amaje kirin ku dê 14'ê Mijdarê qedexeya derketina kolanan a li ser bajarê Şirnexê radibe. Her çiqas ev yek rê vedike ku Şirnexî vegerin bajarê xwe li gel vê yekê pirsgirêkên nû derdikevin holê. Ji ber ku gelek kes mane bê xanî û bê kargeh.
kurdistan24.net

K24 – Şirnex

Hate amaje kirin ku dê 14'ê Mijdarê qedexeya derketina kolanan a li ser bajarê Şirnexê radibe. Her çiqas ev yek rê vedike ku Şirnexî vegerin bajarê xwe li gel vê yekê pirsgirêkên nû derdikevin holê. Ji ber ku gelek kes mane bê xanî û bê kargeh.

Parêzgeriya Şirnexê da zanîn ku dê qedexeya derketina kolanan a Şirnexê di 14'ê Mijdarê de xilas dibe. Qedexe dê bi awayeke demkî bidome û dê derketina kolanan di navbera siet 5'ê sibê û 10'ê şevê de serbest be. Ev biryar ji bo Şirnexiyan pirsgirêkên nû jî bi xwe re tîne.

Serokê Komeleya Piştgiriya Şirnex û Navçeyên wê yê Diyarbekir Azîz Ozalp amaje dike ku pêwîste dewlet di dema vegerê de nexşerêyeke dabîn kirina mexduriyeta Şirnexiyan amade bike.

Ozalp got:"Gelek kes mexdûr in. Kesên ku derfetên wan hene dê vegerin, lê kesên ku nikarin vegerin jî hene. Pêwîst e dewlet xwe bike binê vî barî. Ji ber ku ne dewlet be ti kes nikare ji binê vî barî derbikeve."

Parêzgeriya Şirnexê da zanîn ku dê ji bo kesên ku mexdûr bûne 5 hezar û 960 xanî werin avakirin û di nava salekî de jî ev xanî dê werin radest kirin. Gelek kesên ku beriya qedexeyê xwedî xanî bûn, niha bê xanî mane.

Yek ji van jî Ahmed Ozbey e ku dibêje ew nikare vegere Şirnex ji ber ku xaniyeke ku tê de bimîne, nemaye. Ozbey ji K24ê re axivî got: "Ez demek berê çûm Şirnexê. Min dît ku xaniyê min nemaye. Cihê xaniyê min jî ez nizanim kuderê ye. Qedexe rabe jî ez venagerim ji ber ku min xanî tine ye. Wek min jî bi hezaran mirov hene kû bê xanî mane."

Li Şirnexê ji bo girtina xendeqan û operasyonên li dijî PKK'ê 14'ê  Adara îsal de qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Di dema qedexeyê de ji ber şer û pevçûnan gelek xanî û kargeh hilweşiyan û ziyaneke mezin gihîşti bû bajêr.