Li Ezazê teqîn: kesek hat kuştin 15 jî birîndar bûn

Li bajarê Ezazê ya girêdayî Helebê, bombe hat teqandin, kesek hat kuştin 15 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Ezazê ya girêdayî Helebê, bombe hat teqandin, kesek hat kuştin 15 kes jî birîndar bûn.

Li navenda bajarê Ezazê ya li bakurê Helebê, bi otembêlek bombebarkirî  êrişeke xwekujî pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê di êrişê de kesek hat kuştin, 15 kes jî birîndar bûn. Birîndar bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Kilîsê yên bakurê Kurdistanê.

Medyaya Tirkiyê ragehand êriş ji hêla DAIŞ ve hatiye kirin.

Hêzên Tirkiyê tevî hin grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, 24'ê Tebaxê bi navê Mertala Feradê dest bi operasyonê kirin û heta îro Cerablus, Raî û Ezaz jî di nav de gelek gund û navçe kontrol kirine.