Hejmarek ji xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin

Li bajarê Stenbolê rêveberê nû yê Zanîngeha Bogazîçiyê bû sedema aloziyan û hejmarek zêde xwendekar hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Stenbolê rêveberê nû yê Zanîngeha Bogazîçiyê bû sedema aloziyan û hejmarek zêde xwendekar hatin binçavkirin.

Îro bi sedan xwendevanên Zanîngeha Bogazîçiyê li hemberî rêveberê nû yê wê zanîngehê xwenîşandan lidarxistin. Lêbelê polîsan rê nedan xwendekaran û destêwerdanek tund kirin. Di encamê de hejmarek zêde xwendevan hatin binçavkirin.

Zanîngeha Bogazîçiyê yek ji wan Zanîngehên mezin û navdar ê Tirkiyeyê. Berî niha di hilbijartina Rêveberiya Zanîngehê de Prof. Dr. Gûlay Barbarosoglu ji sedî 86an dengan wergirtibû û hilbijartinê qezenç kiribû.

Lêbelê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û di şûna Gûlay Barbarosoglu de kesekî nêzikî AK-Partiyê wekî rêveberê Zanîngehê diyar kiribû.