Efrîn dîsa hat armanckirin: Şehîdek û 3 birîndar

Rêbenda asayişa Efrînê li gundê Turindê hate bombebarankirin, di encamê de kesek şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêbenda asayişa Efrînê li gundê Turindê hate bombebarankirin, di encamê de kesek şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûne.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragihand, îro danê êvarê rêbenda asayişa Efrînê li gundê Turindê hate bombebarankirin, di encamê de endamekî Asayişa Efrînê şehîd bû û 3 endamên din birîndar bûne.

Apo amaje kir ku, birîndar hene û bo nexweşxaneya Avrîn hatine veguhastin.

Ev yek di demekê de tê, ku îro danê sibê rêbendeke asayişa Efrînê li gundê Xezewiyê ji aliyê firokeyine nenas ve hate armanckirin, di encamê de heta niha 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.

Gundê Tirindê bi kêmtirî yek k.m dikeve başûrê Efrînê.