NY:Hejmara koçberên Mûsilê bûn 54 hezar
K24-Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekebû ragehand ku, hejmara penaberên Mûsilê ji destpêka Operasyona rizgarkirina Mûsilê zêdebûn û giheştin 54 hezar penaberî.
Derbarê vê yekê Xîgirê Berdevkê Sekretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, ji duhî were hejmara penaberên Mûsilê ku, ji destpêka Operasyona rizgarkirina Mûsilê zêdebûn û giheştin 54 hezar penaberî.
Heq da zanîn ku, pêşbînî tê kirin ku, ew hejmar roj bi roj zêde bibe, aşkere kir bernameya cîhanê ya xwarinê alîkarî gihandine 100 hezar kesî, herwiha 25ê hezar penaber li navçeya Gogcelî arîkarî giheştine wan.