AK Partî pêşniyara xwe ya Destûra nû radestî MHP kir

Piştî bidestxistina pêşniyara AK Partî ji bo Destûra nû, Serokê MHP Devlet Bahçeli bengawaz li CHP kir, ku ew jî têkevin nav xebata pêkanîna Destûrê.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Geşepêdanê AK Partî, pêşniyara xwe ya jib o Destûra nû ya Tirkiye gihand Partiya tevgera Nîjadperest MHP. Ev duyem pêngav di navbeyna her du partiyan ji bo pêkanîna Destûra nû ye.

 Yekem pêngav hevdîtina serokên her du partiyan bû, ku lihevhatinek di navbeyna wan de rûda bû, ku xebatek hevgirtî ji bo Destûrek nû destpêbikin.

Li gor şirovekaran MHP, ku çarem partî di Parlementoya Tirkiye de ye û wekî partiyek nîjadperest / dijberê Kurd tê nasîn di babeta Serokatiyê de, dê erêniyê xwe bide. Hemberî vê tê çaverêkirin, ku AK Parti jî, hin daxwazên nîjadperestî yên MHP di Destûra nû de bicîh bike. Bi vî awayî Destûrek nû ya lihevhatî di navbeyna her du partiyan de derkeve pêş, ku nikare bibe Destûrek demokratîk û rêkeftinek civatî di derdora wê de pêk were.

Piştî bidestxistina pêşniyara AK Partî ji bo Destûra nû, Serokê MHP Devlet Bahçeli bengawaz li CHP kir, ku ew jî têkevin nav xebata pêkanîna Destûrê.