Infografî.. Siyaseta Trump li Rojhilata Navîn
K24 – Navenda Nûçeyan
Di roja yekem ya wergirtina posta serokatiya Amerîkayê de, serokê helbijartî Donald Tramp rûbirûyî çendîn astengiyan dibe, ku li ser pîvana berjewendiyên siyasî û aborî yên Amerîkayê û aştiya cîhanê weke Tramp radigehîne, dê siyaseta xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê bi rê ve bibe.
Pêşbîniyên di siyaseta Trump ya li Rojhilata Navîn tê kirin ev in:
- Dijî rêkeftina Atomî ya Îranê ye: Dibêje di roja yekem ya wergirtina posta serokatî de rêkeftinê hilweşîne.
- Dibe Trump biryar bide ji Erebistana Si'ûdî petrol nekire.
- Bo bidestxistina petrolê wê bikeve Lîbyayê.
- Beşar Esed dê di desthilatê de bimîne: Ev jî bo berjewendiyên Amerîka ye.
- Palpiştkirina Esed bo jinavbirina DAIŞê.
- Piştgirê Rûsya ya bo rûbirûbûna DAIŞê.
- Dijî wergirtina koçberên Sûrî û yên din e: Ewê Nêzîkî 3 mîlyon koçberên ne yasayî ji Amerîka derbixe.
- Mûsil venagere wek Mûsila beriya DAIŞê.
- Bi çekdarên DAIŞ re rûbirû bibe.