Deynê Tirkiyê 44 mîlyar Lîre zêde bûye
K24 – Navenda Nûçeyan
Deynê Tirkiyê di nav du mehên dawî de 44 mîlyar Lîre zêde bûye.
Berdevka Partiya Gel a Komarê (CHP) Selîn Sayek Boke ragihand Ku, aboriya Tirkiyê di demên dawî de rojên awarte derbas dike. Bi zêdebûna Dolarî, Lîreya Tirkî roj bi roj nirx winda dike.
Boke got ku, Ji ber siyaseta şaş û dijdemokratîk a hikûmeta AK-Partiyê aborî xirab bûye û deynê Tirkiyê nav 2 mehan de 44 milyar lîre zêde bûye.
Dolar dîsa li hemberî Lîreya Tirkî bilind bû û di piyasayên Tirkiyê de. Duh her Dolareke Amerîkî bi 3.30 Lîreyan hate firotin.