Amerîka destpêkirina Rûsyayê ji êrîşên esmanî re şermezar kir

Herwiha maje bi wê yekê kir ku, Rûsyayê rêgirî li derbasbûna alîkariyên mirovî bo navçeyên Helebê girt.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) destpêkirina operasyonên esmanî yên Rûsyayê li Sûriyê şermezar kir.

Derbarê vê yekê Berdevka Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Prntagon)Elizabeth Trudean di kongreyeke rojnamevanî de wiha got:"Em bi tûndî destpêkirina Rûsyayê û rejîma Sûriyê ji operasyonên esmanî li wî welatî şermezar dikin."

Trudean da zanîn ku, êrîşên dawîyê pênc nexweşxane û norîngeheke gerok li Sûriyê kiribûn armanc ew yeke jî binpêkirina yasayên navdewletî ne.

Herwiha maje bi wê yekê kir ku, Rûsyayê rêgirî li derbasbûna alîkariyên mirovî bo navçeyên Helebê girt.