Mesûd Barzanî: Bi hevpeymanan re rêkeftine Pêşmerge venakişe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Rêkeftina me bi Hevpeymaniya Navdewletî û Iraqê re heye, ku ew hêla niha heye û Pêşmerge tê de ne, jê venakişin.” Barzanî ji xelkê Başîlkê re jî got: “Em careke din nahêlin hûn koçber bibin û divê çarenivîsa we jî gerantî bikin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Rêkeftina me bi Hevpeymaniya Navdewletî û Iraqê re heye, ku ew hêla niha heye û Pêşmerge tê de ne, jê venakişin.” Barzanî ji xelkê Başîlkê re jî got: “Em careke din nahêlin hûn koçber bibin û divê çarenivîsa we jî gerantî bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Başîkê bi hemû pêkhateyên Başîkê re civiya, ku hin kesayetiyên siyasî û fermandarên Pêşmerge amade bûn. Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand “Îro dikarin bibêjin, bi giştî hemû xaka Kurdistanê Kurdistanê rizgar bûye. Îro dibînin ku hemû netew, olên cuda bi hev re kom bûne û ew cihê dilxweşiyê ye. Li Kurdistanê Mela bang dike, Kilîse zengil lê dide û li perestgeha Êzidiyan sirûta xwe ya taybet pêşkêş dike. Ew wêneya ku me dixwast dê bimîne.”

Barzanî got jî: “Gelek kes dipirsin,bo çi divê Pêşmerge Mûsil rizgar bike, bersiva wan didin û dibêjim, ha ku Mûsil aram nebe, asayişa Herêma Kurdistanê  di metirsiyê de ye. Bo me çarenivîsa Mûsilê girîng e, ji ber ku berî hatina DAIŞê 300 hezar Kurd li Mûsilê dijiyan.” 

Barzanî got, ji destpêka hatina DAIŞê hinekan alêkariya DAIŞê kirin û bûn çavên wan. Niha ew bi navê koçberan vedigerin cihê ku Pêşmerge rizgar kirine. Bi dilniyayî bi çi awayekî em rê nadin ew kesên bi tawanên DAIŞê re bûbûn hevpar vegerin û divê baca wan tawanan bidin.

Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ew kesên destdirêjî û tawan bi keçên me kirine, li kû derê bin, dê baca wan tawanan bidin û emê tola xwe lê vedin.

Barzanî derbarê wan rêxistinên navdewletî yên ku Kurd bi tolvedanê tuhmetabar dikin de got: “Ew her diçin ku jibîrkirin asayî ye, lê ew siyaseta me ye û em bi ti awayekî rê nadin tawanbaran ku bi navê koçberan vegerin wan navçeyên ku Pêşmerge rizgar kirine.”

Herwiha Serok Barzanî got: “Herêma Kurdistanê zêdetirî yek milyon û nîv koçber li xwe girtiye, ew wê yekê li ber çavên xwe nagirin.”

Serokê Barzanî derbarê operasyona Mûsilê de ragihand, ku Pêşmerge ji wan herêmên hatine rizgarkirin venekişe, li wan navçeyan dê hêzên xwecihî parastina xwe bikin û Hêzên Pêşmerge jî piştgiriyê wan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje kir jî, dema rêjîma Beis hat rûxandin, me got êdî em rizgar bûn, lê ewqas neçû Ensar El-Îslam û Qaide beyda bûn, piştre jî Kurdekî li ser hesabê Kurd bû hakimê Bexdayê, lê çavê Bexdayê li firokeya F16 bû, ku me bombebaran bike. Piştre jî DAIŞ hat, lê em rê nadin plana dijminan biser bikeve.”

Derbarê daxwazên sîstema parêzgariyê de jî Serok Barzanî got: “Ev navçe bi xwîna 11 hezar û 500 Pêşmergeyan hatiye rizgarkirin. Niha hinek rabûne behsa sîstema parêzgariyê dikin. Ne mumkune ku piştî evqas şehîd û qurbaniyan, em danûstandina rasterast a navendê ligel parêzgehan qebûl bikin.”