Asayiş 4 karmendên radioya “Amûde FM” azad kirin

Asayişa bajarê Amûdê ku îro radîoyeke Kurdî girtibû û çar karmendên wê jî desteser kiribû, piştî çend demijimêran ew karmend serbest berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa bajarê Amûdê ku îro radîoyeke Kurdî girtibû û çar karmendên wê jî desteser kiribû, piştî çend demijimêran ew karmend serbest berdan.

Peyamêrê K24ê li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê ragehand , îro danê êvarê asayîşa bajêr her çar karmendên radîyaya “Amûde FM” û  Ava Xano, Nûşîn Ehmed, Pêşeng Xanê û Sîpan Hac Qasim piştî çend demjimêran ji girtinê, serbest berdan.

Asayişa Amûdê ku îro piştî nîro bi ser radioya Amûde FM girtibû û 4 karmendên binçav kiribû, bi danê êvarê re jî serbest berdan.

Radîyaya “Amûde FM” ku bi ser Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) ve ye, ji 10 Tebaxa 2015an ve dest bi weşanê kiriye û nûçeyên rengereng bi zimanê Kurdî diweşîne.