Hevşaredarên Dêrsimê hatin girtin

Li Bakurê Kurdistanê digel Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun, 12 kes hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê digel Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun, 12 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdogeriya Komarê ya Dêrsimê ve tê birêvebirin de, polîsan duh li dijî Şaredariya Dêrsimê û HDP û DBPê operasyonek berfireh pêk anîbû.

Di encamê de 13 kes hatibûn binçavkirin.

Piştî dadgehkirinê, kesek hate berdan, lê Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nurhayat Altun jî nav de 12 kes hatin girtin.

Tê çaverekirin ji bo Şaredariya Dêrsimê jî qeyûm werin danîn.