Asayişa Amûdê Cîgirê Serokê PYKS binçav dike

Asayişa Rojava Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih û Endamên Pîlotbîra PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojava Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih û Endamên Pîlotbîra PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza binçav kirin. 

Peymanêrê K24ê li Amûdê ragihand, berî bîstekê asayişa bajarê Amûde bi ser nivîsgeha PYKS de girt û Cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih û Hesen Salih û Endamên Pîlotbîra PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza binçav kirin. 

Duh asayiş dergehê wê nivîsgehê û radîoya Amûde F.M girtibûn. Îro jî dema çend endamên Pîlotbîroya wê partiyê û xelkên sivîl nivîsgeha wê partiyê li bajarê Amûdê vekirin, asayişê Salih binçav kir.

Herwiha asayişa dora 20 endam û serkirdeyên PYKS yên di nivîsgeha wê partiyê de bûn, ku Endamên Pîlotbîroyê Ferhad Ehmê û Amed Mela û hin jin û zarok jî hebûn, ji bo lêpirsînê birin navenda asayişê.

Heta niha nivîsgeha PYKS ya li Amûdê ji aliyê asayişê ve dorpêçkirî ye. 

Cîgirê Serokê PYKS Hesen Salih dawî car roja 15 Tîrmehê ligel hejmarek ji endamên partiya xwe û Partiya Demokrata Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) jî hatibû girtin.