ArtêşaTirkiy: Operasyona "Mertala Ferat" berdewam e

Artêşa Tirkiyê da zanîn ku, îro,12 endamên PYD û 8 endamên DAÎŞê canê xwe ji dest dane.

K24-Navenda nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, di operasyona Cerablûsê de 12 endamên PYDyê û 8 endamên DAÎŞê canê xwe ji dest dane.

Sererkaniya Tirkiyê bi daxûyaniyek enivîskî diyar kir ku, operasyona wan a li Cerablûsê di roja xwe ya 88an de berdewam dike.

Di encama şer û pevçûnên 24 saetên dawî de 12 endamên PYDyê û 8 endamên DAÎŞê canê xwe ji dest dane û 2 endamên opozîsyonê birîndar bûne. Herwiha 80 bingehên DAÎŞê û 6 bingehên PYDyê hatin xistin.

Arteşa Tirkiyê ji 24ê Tebaxê ve ketiye nav Cerablûsa Suriyeyê.