Ehmed Tirk hate binçavkirin
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyona girtina siyastemedaran de îro, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk ku, berî niha ji Serokşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû dûrxistin digel Şaredarê Artukluyê Emîn Irnak hatin binçavkirin.
Heftiya borî Ehmed Tûrk ji aliyê Wezreta Navxwe ve ji kar hatibû dûrxistin û di şûna wî de Parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman hatibû danîn.
Ehmet Turk li hemberî danîna qeyûmî nerazîbûnek tûnd nîşan dabû û ji kar dûrxistina xwe wekî bêrêziyek li hemberî viyana gel penase kribû.