PDK: Amade ne gotûbêjan ligel hemû aliyên siyasî bikin

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihnd, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî baş û bilind dinirxînin û pêşwaziyê lê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihnd, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî baş û bilind dinirxînin û pêşwaziyê lê dikin.

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed peyamek belav kir û malpera (KDP.info) hat weşandin, di peyama xwe de amaje bi vê yekê kir ku peyama Serokê Herêma Kurdistanê di demeke pir guncaw de bûye û em vê peyamê wek deriyê çareseriya pirsgirêkên navxweyî dizanin.

Herwaha Mehmûd Mihemed got: “Em wek PDK naveroka peyamê bi başî dizanin û bilind dinirxînin û pêşwaziyê lê dikin. Herwaha bi dîtin û xwendina vê babetê jî bo mercên navçeyê bi giştî û bi taybet jî bo Kurdistanê, çareseriya krîza siyasî de wek pêwîstiyekî giring û pêwîst dibînin, bo ku em bikarin bibin bersiv ji vê pêvajoyê re û pêşî li gef û tehdîtan bigrin û planên dijminên xwe bikaribin pûç bikin, derfeteke.”

Di dawiyê de jî Berdevkê fermî yê PDKê dibêje: “Piştevaniya PDKê bo peyama Serok Barzanî em radigehînin û amadebûna me ya temamî heye bo destpêkirina gotûbêjan li gel hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, da ku em bikarin di bin ronahiya peyamê de mekanîzmayeke çareseriyê diyar bikin.”