Amerîka 13e berpirsên Sûrî bi tawanên ceng tometbar dike

Wan berpirsan êrîşî sivîlan kirine û kesên li dijî rejîmê êşkence kirine.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Amerîkayê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Samnsa Bawer 13e berpirsên leşkerî yên Sûriyê bi tawanên ceng tometbarkir.

Di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de Nûnerê Amerîkayê li Samnsa Bawer lîsteyek belav kir tê de navê 13e berpirsên leşkerî yên Sûriyê belav kir, wan berpirsan serperiştiya tawanan derheqê welatiyên sivîl de kirbû.

Bawer da zanîn ku, wan berpirsan êrîşî sivîlan kirine û kesên li dijî rejîmê îşkence kirine, herwiha daxwaz ji Encûmena Asayîşa Nanetewî kir ku, wan kesan sizabike.Ji ber ku, li gor yasay navdewletî tawanên ceng kirine.

Di civîna NY de navên wan tawanbaran hate xwendin, herwiha Rûsya jî weke hevkara tawnan hate destnîşnakirin.