Bîlgen: Em beşdarî civînên parlamentoyê dibin

Berdevkê Partiya Demokaratîka Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen got, biryara boykotkirina karên Parlamentoya Tirkiyê rakirine, her çiqas hebûna nerehatî dide desthilatê jî ewê li wê derê bin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Demokaratîka Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen got, biryara boykotkirina karên Parlamentoya Tirkiyê rakirine, her çiqas hebûna nerehatî dide desthilatê jî ewê li wê derê bin.

Civîna Koma HDPê, bi serpereştiya Cîgira Koma HDPê Çaxlar Demîrel hat vekirin û peyama Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag ku ji girtîxaneyê şandibû hat xwendin.

Yuksekdag bi mebesta roja 25'ê Mijdarê ya azadiya jinan, amaje bi zext û sîtemên ku li jinan tên kirin, kir.

Berdevkê HDP Ayhan Bîlgen di civîna komê de da xuyakirin, piştî ku Hevserokên partiyê hatin girtin, wan biryar dabû ku xebatên parlamentoyê boykot bikin, lê ev biryara xwe rakirine û ewê beşdarî civînên parlamentoyê bibin.

Bîlgen da zanîn, biryara gel bo wan girîng e û ewê bo biryara dawî civînên xwe berdewam bikin.