Plansaziya avedaniyê li Bakurê Kurdistanê

Piştî şer û pevçûnên li nav bajaran li Bakurê Kurdistanê bi sedhezaran welatî bê cîh, war û avahî man û bi dehezaran jî koçber bûn. Esnaf û saziyên sivîl jî ji rayedaran daxwaza pêkanîna çareseriyên bilez dikin.
kurdistan24.net

K24 – Şirnex

Piştî şer û pevçûnên li nav bajaran li Bakurê Kurdistanê bi sedhezaran welatî bê cîh, war û avahî man û bi dehezaran jî koçber bûn. Esnaf û saziyên sivîl jî ji rayedaran daxwaza pêkanîna çareseriyên bilez dikin.

Li Bakurê Kurdistanê, di şer û pevçûnan de bi dehan navçe û bajar têkçûn û bi sedhezaran welatî bi hêviya çareseriyê ne. Rêvebirên saziyên sivîl û esnaf bal dikşînin ku, plansaziyên avedankirinê tên aşkerekirin û ragihandin, lê heta niha jî bi dehezaran welatî, ya li çadiran dimînin yan jî li malên xizmên xwe.

Serokê Jura Esnaf û Hunerkaran û Şofêran yê Silopyayê Heşar Haşîmoglû ji K24ê re diyar kir ku, ew wek saziyên sivîl li gel parêzgar û rayedarrên dewleta Tirk civînan pêktînin û daxwaza çareseriyan dikin. Haşîmoglû dazanîn ku planekî baş bo wan hatiye ragihandin û ger ku demek zûtirîn pêkwere dê hin çareseriyan jî bixwe re bîne.

Haşimoglû ji K24ê re axivî û got: "Heta niha kesên ku xaniyên wan xirab bûbûn, nizanibûn ku dê dewlet çewa alîkariya wan bike, niha em gihiştin wê dîtinê ku kesekî 150 metre kare xaniyê wî xirab bûbe dê dîsa 150 metre kare xanî bo wan bên dayîn."

Li Silopyayê teqrîben 800, li cizîrê yek hezar û 600 û li Şirnexê jî ji 10 hezarî zêdetir avahî hatine xirabkirin. li gor plansaziya ku rayedarên dewleta Tirk berê ragihandibûn, divê heta serê sala 2017an li xala destpêka avedaniyê Silopyayê ew avahî bên amade kirin. Lê diyar e ku dê gelek dereng bibe.

Serdar jî li Silopiyê esnaf e û radigihîne ku ji ber şer û aloziyan û qedexeyan rewşa bazarê jî gelek xirab buye û ew jî gelek tengasî dijîn.

Serdar dibêje: "Piştî vê yasaxê û pêve karê me nexweş buye. Mile gumrukêye, milê esnafên mene û ji mile pere û giştî ve rewş nexweş e."

Ji ber şer û pevçûnan li Bakurê Kurdistanê li gel Şirnex û navçeyên wê, li Gewer a navçeya Colemêrgê, Niseybîn û Dêrika Mêrdînê, Farqîn û Sûr a navçeyên Diyarbekirê bajêr û navçe hatine rûxandin. Plansaziyên avedaniyê tên ragihandin lê ji ber rewşa li Bakûr ya aloz hêviyên ji bo despêkirina wan planan jî kêm e.