Hezar çekdarên Îranî li Sûriyê hatine kuştin

Di şerê dawî yê de li bajarê Helebê Îranê her yek ji berpirsê ketîbeya komadoz emîd Mihmed Elî Hûseynî, lîwa Xulam Rida Semayî û lîwa Zakir Huseynî ji hêzên taybet ji dest da.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê dezgeha şehîd û kevintirîn şerkerên Îranê Mihmed Elî Şehîdî ragehand ku, heta niha hezar çekdarên wî welatî li Sûriyê hatine kuştin.

Derbarê vê yekê ajansa Tesnîm a Îranê li ser zarê Serokê dezgeha şehîd û kevintirîn şerkerên Îranê Mihmed Elî Şehîdî di gotarekê de de ragehand û wiha got:Hejmara şehîdên welatê me li Sûriyê ji hezarî derbas kiriye.

Ji aliyê xwe ve hin medyayên din ên ku, bi zimanê Farsî diaxifin radgehînin ku, hejmara leşkerên Îranî ji destpêka destewerdana Îranê di karûbarên Sûriyê de giheştiye 3 hezar çekdarî.

Di şerê dawî yê de li bajarê Helebê Îranê her yek ji berpirsê ketîbeya komadoz emîd Mihmed Elî Hûseynî, lîwa Xulam Rida Semayî û lîwa Zakir Huseynî ji hêzên taybet ji dest da.

Di şerê navxweyî li Sûriyê Îran bi hiceta parastina mezarên Şîe destewerdanê li Sûriyê de dike û piştgiriya rejîma wî welatî dike.