Ebdulah: Asayiş bi xwe rêzê li zagonan nagire

Serkirdeyekî PDK-Sê piştî ji zîndanên Asayişa Rojava hate azadkirin dibêje, Asayişa Rojava rêzê ji zagonên Rêveberiyê Xweser re nagire.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî PDK-Sê piştî ji girtîgehên Asayişa Rojava hate azadkirin dibêje, Asayişa Rojava rêzê ji zagonên Rêveberiyê Xweser re nagire.

Endamê Komîteya Navendî ya Partî Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafie Ebulah piştî serbestberdana wî ji girtîgehên asayişê, ku ji 15 tebaxê ve hatibû girtin, ji K24ê re axivî û got: “Piştî 40 rojî ji girtinê lêkolîn bi wan re hate kirin û asayiş bi xwe rêzê ji zagonên Rêveberiyê Xweser re nagire.”

Ebdulah got: “3 serkirdeyên ENKSê Mihemed Îsmaîl, Selah Beyro û Ferhan di zindanên asayişê de pêwîstiya wan bi çareseriya tenduristî ya bilez hene.”

Ebdulah amaje kir ku, ji endam û serkirideyên ENKSê yên ku ji roja 15 Tîrmehê ve ji aliyê Asayişa Rojava li herêma Cezîrê hatine girtin, hîn 13 kes di girtîgehan de girtî ne.  

Duh danê êvarê Asayişa Rojava endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) Neşet Zaza û endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafê Ebdulah û rojnamevan Berzan Şêxmûs ji girtîgehên xwe serbest berdan.

Tê zanîn hîn bi dehan endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de di girtîgehên Rêveberiya Xweser li Cizîr û Efrînê girtî ne.